-
Ji ber topbarana hêzên Tirkiyê xelkê Zirganê derbider bûn
Hezîran 05, 2022 03:34Ji ber topbaran û mûşekbarana berdewam a hêzên Tirkiye ya li ser gund û navçeya Zirganê li bakur- rojavayê bajarê Hesekê, piraniya xelkê Zirganê derbider bûn.
-
Li Efrînê bo car yekê dirûşma ‘Tirkiye ji Sûriyê derkeve’ hat bihîstin
Hezîran 05, 2022 06:18Li herêmên ku Tirkiyê li Sûriyê dagir kirine, bi taybet li Efrînê xwenîşandan didomin û jibo cara yekan durişma ``Tirkiye ji Sûriyê derbikeve`` hat bihîstin.
-
Çavkaniyeke leşkerî: artêşa Tirkiyê li gundê Um Kêf bombeyên mîsketê bi kar anîn
Hezîran 04, 2022 10:10Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Til Temirê da zanîn ku artêşa Tirkiyê gundê Um Kêf ê navçeya Til Temirê bi bombeyên mîsketê (enqûdî) yên qedexekirî, bombebaran kir.
-
Mazlum Ebdî: "Em ê berxwedaneke dîrokî nîşan bidin"
Hezîran 04, 2022 10:03Îro Mezlûm Ebdî tev li bernameyeke taybet a Ronahî TV bû û got: “Em amade ne û ji ber bihêztir in ku bersivê bidin dewleta Tirkiyê, em bawer in ku dê dewleta Tirkiyê di şer de bi ser nekeve. Lê ger êriş bike emê berxwedaneke dîrokî nîşan bidin.”
-
Depoya cebilxane ya çeteyên Tirkiyê li bakurê Idlibê teqiya
Hezîran 02, 2022 18:56Li Îdlibê li bakurê Tirkiyê di embareke cebilxaneyên terorîstên ku Tirkiye piştgiriya wan dike de teqînek pêk hat û di encamê de bi dehan kes mirin û birîndar bûn.
-
Ji Mezlûm Kobanî bangewaziya derbarê êrîşa Tirkiyê bo ser bakurê Sûriyê de
Hezîran 02, 2022 17:19Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, General Mezlûm Ebdî (Kobanî) ji ber gefên Tirkiyê yên destpêkirina êrîşeke nû ya li dijî Rojavayê Kurdistanê nîgeraniya xwe anî ziman û bang li civaka navdewletî û aktorên di rewşa Sûriyê de kir ku “pêşî li trajediyên nû bigirin û piştgiriyê bidin kêmkirina aloziyan.”
-
Hevpeymaniya Amerîkî li Sûriyê dîsa pişta kurdên vî welatî li hemberî êrişên Tirkiyê vala kir
Hezîran 02, 2022 13:41Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov (SOHR) ragihand “Pêşî plana dagirkeriyê ya Tirkiyê, Hêzên koalîsyonê ya bi serkêşiya Amerîkayê ji baregeha "Lafarge" ya rojhilatê Helebê vekişiyan.”
-
Artêşa Tirkiyê û çeteyan bombe li Minbic, Zirgan û Til Temirê barandin û zarokek birîndar kir
Hezîran 02, 2022 09:44Li Minbicê êrişa dewleta Tirkiyê ya li ser gundekî hate têkbirin. Li Zirganê jî di bombardûmanê de zarokek birîndar bû. Li Til Temirê bombe li 8 gundan hatin barandin.
-
Balafirên nenas li nuqteyên çeteyan li Girê Spî dan, kuştî û birîndar hene
Hezîran 01, 2022 15:54Li gorî çavkaniyên ji herêmê balafirên nenas nuqteyên çeteyên dewleta Tirkiyê yên li naverasta devera dagirkirî ya Girê Spî bombebaran kirin, di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.
-
Dagirkeriya Tirk du gundên Minbicê topbaran dike
Hezîran 01, 2022 15:35Şavkaniyên sûrî dibêjn artêşa dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê deverên bakura sûriyê yên wek gundên Minbic û Serê Kanî û Kobanê ji wan gundên Ewn Dadat û Mihsenlî yên bakurê Minbicê topbaran dike.