Medyayên Rejîma Siyonîst mukur hatin ku 14 leşkerên wan di şerrê di navbera Berxwedana Libnanê û artêşa vê rejîmê da li bereyên bakûr û başûrê Erdên Dagirkirî birîndar bûne.
Medyayan ragihandin ku di encama şer û pevçûnên navbera şervanên Berxwedana Libnanê û Artêşa Rejîma Siyonîst da zêdetirî 20 leşkerên siyonîst hatin kuştin an birîndar bûn.
Alîkarê Seyîd Hesen Nesrullah, sersekreterê şehîd ê Hizbullahê, Rejîma Siyonîst xetereka rastîn ji bo gişt navçe û cîhanê da zanîn û pêgîrî kir: Ev rejîma dagirkirîya xwe li Filistînê bisînor nake.
UNICEF`ê ragihand ku zêde ji 400 zarok li libnanê di sê hefteyên derbasbûyî de aware bûne û li ser xetera nivşeka ji destçûyî li Libnanê pêhişyarî da.
Hizbullaha Libnanê bi daxuyaniyekê qala êrîşa ser baregehên Rejîma Siyonîst kir.
Necîb Mîqatî Serokwezîrê demkî yê Libnanê îro pêşwazî li Serokê Meclîsa Şêwra Îslamî ya Îranê kir.
Wezareta Tendrustiyê ya Xezeyê ragehand ku sercem hejmara şehîdên Filistînê rabûye 42 hezar û 126 kesî û hejmara birîndaran jî giheştiye 98 hezar û 117 kesî.
Hizbullaha Lubnanê derbarê dewama êrişên mûşekî yên xwe ser meqerên siyonîstan û têkbirina leşkerên siyonîst li bereyên başûrî yên Lubnanê agahî da.
Têkoşerên berxwedana Lubnanê vê sibê bakurê Filistîna dagirbûyî û çeperên leşkerî yên Rejîma Siyonîst bombebaran kirin.
Hizbullaha Libnanê ragihand ku bi mûşekan êrîşî ser binkeya MOSSAD'ê, li dorhêla Til Avîvê kiriye.