-
Ji ber nakokîyên YNK û PDK’yê 840 proje li Silêmanîyê hatine sekinandin
Kanûn 28, 2022 06:35Endamekî berê yê parlimana Iraqê amajeyî vê yekê kir ku ji ber nakokîyên YNK û PDK’yê 840 projeyên avedankirinê li Silêmanîyê hatine sekinandin û ihtimala cidabûna Silêmanîyê ji Herêma Kurdistana Iraqê red kir.
-
Sûdanî ji bo kontrolkirina sînorê Iraq û Îranê hin ferman dan
Kanûn 27, 2022 15:33Berdevkê Serfermandarê Hêzên Çekdar ê Iraqê pêgirî kir ku serokwezîrê vî welatî ferman daye hêzên çekdar ên iraqî kontrola deverên sînorî yên di navbera Iraq-Sûrîye û Iraq û Îranê da bigirin destê xwe.
-
Guherînên li kabîneya Herêma Kurdistana Iraqê bi armanca kêmkirina nakokiyan
Kanûn 26, 2022 14:05Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê biryar heta du hefteyên bê guherînên destpêkê di kabîneya Mesrûr Barzanî da bi cih bîne.
-
Hegera sereke ya pirsgirêka di navbera PDK u YNK da; Silêmanîye derhata derbasgehên sînorî nade Hewlêrê
Kanûn 25, 2022 14:11Endamekî Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) got: Pirsgirêka sereke ya vê partiyê bi Yekitiya Niştimanî ya Kurdistana Iraqê re re, li ser nedayîna derhata derbasgehên sînorî yên Silêmaniyê bo Hewlêrê ye.
-
Mehma Xelîl, civîna li ser pêşnumaya bûdceya 2023’an erênî nirxand
Kanûn 23, 2022 09:56Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li parlemana Iraqê got: Civîna komîsyonên teknîkî û siyasî yên Bexa- Hewlêrê piraniya pirsgirêkên derbarê pêşnumaya bûceya 2023’an de çareser kirine.
-
Endamê YNK’yê: Divê opersiyoneke hevpar li Hemrîn, Xaneqîn û Kerkûkê pêk were
Kanûn 22, 2022 10:21Endamê YNKyê, got ku em dixwezin operasyoneke eskerî ya hevpar bo paqijkirina navçeyên Hemrîn û derdora Xaneqîn û Wadî El-Şayê li Kerkûkê bi cih were.
-
Peywendîyên aborî navbera Qesirşirîna Îranê û Germîyana Iraqê berfireh dibin
Kanûn 21, 2022 15:30Sergêrê Qayîmeqamtîya Qesirşirîna Îranê di civîneke digel Cîgirê Parêzgarê Germîyana Iraqê û desteyeke ticarî û aborî ya vî welatî da pêgirî ser pêwîstîya pêşxistina peywendîyên ticarî û aborî û jordabirina asta danuistandinna bi rêya derîyê sînorî yê Pervîzxan’ê wek armanca hevpar a Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê kir.
-
Şaxevan Ebdullah: Hewlêr û Bexdayê li ser dosyeya niftê li hev kir
Kanûn 20, 2022 12:56Cîgirê Serokê Parlimana Iraqê ragihand ku di pêşnumeya bûceya Iraqê da beşeke baş ji bûceyê bo Herêma Kurdistanê hatîye terxankirin û Hewlêr û Bexdayê li ser dosyeya niftê jî li hev kir.
-
Teqînek li depoya çekên amerîkî li Hewlêrê qewimî
Kanûn 18, 2022 13:27Çavkaniyên nûçeyan qala qewimîna teqînekê li depoya çekên amerîkî li Hewlêra navenda Herêma Kurdistana Iraqê kir.
-
Parlimanterekî Herêma Kurdistanê: Heke Hewlêr û Bexda lihev bikin, bûca mehane ya Herêma Kurdistanê yê rabe 1500 milyard dînarî
Kanûn 17, 2022 13:38Endamekî parlimana Herêma Kurdistanê got: Heke Hewlêr û Bexda di dewra hikimdarîya Mihemed Şîya Sûdanî da lihev bikin, bûca mehane ya Herêma Kurdistanê yê rabe 1500 milyard dînarî