Endamê YNK’yê: Divê opersiyoneke hevpar li Hemrîn, Xaneqîn û Kerkûkê pêk were
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i338276-endamê_ynk’yê_divê_opersiyoneke_hevpar_li_hemrîn_xaneqîn_û_kerkûkê_pêk_were
 Endamê YNKyê, got ku em dixwezin operasyoneke eskerî ya hevpar bo paqijkirina navçeyên Hemrîn û derdora Xaneqîn û Wadî El-Şayê li Kerkûkê bi cih were.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 22, 2022 10:21 Asia/Tehran
  • Endamê YNK’yê: Divê opersiyoneke hevpar li Hemrîn, Xaneqîn û Kerkûkê pêk were

 Endamê YNKyê, got ku em dixwezin operasyoneke eskerî ya hevpar bo paqijkirina navçeyên Hemrîn û derdora Xaneqîn û Wadî El-Şayê li Kerkûkê bi cih were.

Mihemed Hecî Omer di gotûbêja bi Ajnasa Nûçeyn a Bexda El-Yewmê re bal kişand ser vê yekê ku  valahiyeke ewlehiyê li navçeyên kêşeliser di navbera Bexda-Hewlêrê de  heye û got: Xebata dezgehên ewlehiyê yên Iraqê kêm bûye û li navçeyên  di bin kontrola artêşê û Pêşmergeyan de valahiyên ewlehiyê derketine holê ku terorîstên DAIŞ’ê jê behre werdigrin.

Omer teqez kir, divê operasyoneke eskerî ya hevpar a demlidest ji aliyê artêşê û Pêşmergeyan va bi piştgriya hêza asimanî ya Iraqê bo paqijkirina navçeyên Hemrîn û derdora Xaneqînê û Wadî El-şayê li Kerkûkê ku endamên DAIŞ’ê li wan hineke liv û tevgeran bi cih tînin,  pêk were.