-
Komîsyona Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Belçîkayê komkujiya Kurdên Êzidî nas kir
Hezîran 30, 2021 11:57Komîsyona Peywendiyên Derve ya Parlamentoya Federalî ya Belçîkayê komkujiya Kurdên Êzidî ya ji aliyê DAIŞê ve bi fermî nas kir û Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ragihand ku naverasta Tîrmehê ew biryar dikeve bernamaya kar a parlamentoyê.
-
Li Herêma Kurdistanê 652 kes bi Koronayê ketin
Hezîran 30, 2021 07:12Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 652 kes bi vîrusa Koronayê ketin û 6 nexweş bi koronayê jiyana xwe ji dest dan û 572 kes jî ji wê nexweşiyê baş bûn.
-
Ji ber topbarana artêşa Tirkiyê elektirîka gundê Hirorê yê Dihokê qut bû
Hezîran 29, 2021 04:41Qaymeqamê nahiya Kanî Masê ya bajarokê Amêdiyê ragihand, ji ber topbaranên Tirkiyê elektirîka gundê Hirorê qut bû.
-
Herêma Kurdistanê: Rojane nêzîkî 10 hezar geştiyar serdana Hewlêrê dikin
Hezîran 28, 2021 06:16Rêveberê Ragihandinê di Rêveberiya Geştûguzariyê ya Hewlêrê de ragihand, rojane nêzîkî 10 hezar geştiyar serdana parêzgeha Hewlêrê dikin.
-
Artêşa Tirkiyê sînorparêzên Herêma Kurdistanê jî kirin hedefa topxanên xwe
Hezîran 27, 2021 19:58Topxaneyên artêşa Tirkiyê li ser sînorê Herêma Kurdistanê û Tirkiyê li devera Zaxoyê topbaran dikin. Li gorî agahiyan mûhafizên sînor ên Iraqê jî ber topbarana Tirkiyê ketine û zirer dîtine.
-
Dijeterorê Kurdistanê derbarê êrîşa duh li Hewlêrê de daxuyaniyek belav kir
Hezîran 27, 2021 07:28Dezgeha Dijeterorê ya ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ve zanyariyên nû derbarê êrîşa droneyî ya îro berbangê li ser Hewlêrê de balav kir.
-
Li Herêma Kurdistanê 570 kesên din bi Koronayê ketin
Hezîran 26, 2021 08:11Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 570 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
-
Li Hewlêrê êrîşa mûşekî: Mûşekek li ber mala welatiyekî ket
Hezîran 26, 2021 08:01Berbanga vê sibê 3 mûşek li sînorê Hewlêrê ketin xwarê û yek ji wan mûşekan li ber mala welatiyekî ket.
-
Agir bi bazareke mezin li Hewlêrê ket
Hezîran 25, 2021 19:51Îro li Hewlêrê navenda Herêma Kurdistanê agir bi bazareke mezin a bi navê Hawler Mall li ser cadeya 30 metrî ber bi cadeya Şoreşê ve derket û gelek dikan şewitîn û xisarên mezin li xelkê ket.
-
Hûrgiliyên bombebarana Tirkiyê li ser gundên Amêdiyê ya Herêma Kurdistanê
Hezîran 25, 2021 18:13Ji ber bomberanên Tirkiyê li gundên Dêreş û Mijê yên ser bi Dêrelûkê ve bi dehan serî pez mirar bûn û ziyaneke mezin gihêşt xelkê navçê. Xwediyê pez dibêje, "Ev karê Tirkan e. PKK li vir nîn e û ti caran nehatiye gundê me."