-
Ji ber êrişa Tirkiyê bi dehan pez telef bûn
Hezîran 25, 2021 01:05Li nahiya Dêrelokê li sînorê navçeya Amêdiyê ya Herêma Kurdistanê , di encama bombebarana artêşa Tirkiyê de bi dehan serî pezê xelkê herêmê telef bûn.
-
Li Herêma Kurdistanê 11 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Hezîran 24, 2021 06:22Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 533 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
-
Mesrûr Barzanî di gel nûnerê taybet ê Amerîkayê civiya
Hezîran 24, 2021 06:11Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî duh çarşemê 23yê Hezîrana 2021ê pêşwazî li Nûnerê Taybet yê Amerîkayê yê di Hevpeymaniya Navdewletî ya dijî DAIŞê de John Godfrey û şanda ligel wî kir.
-
Serokê Herêma Kurdistanê û Şahê Urdinê civiyan
Hezîran 23, 2021 18:33Şahê Urdinê Şah Ebdullahê Duyem îro pêşwazî li Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir. Nêçîrvan Barzanî ragihand, “Me li gel Şah Ebdullah behsa karê hevbeş, aloziyên li navçeyê û pirsên hevbeş kir.”
-
Arêz Ebdullah: Hebûna PKK`ê behane ye, amanca dewleta Tirkiyê dagirkerî ye
Hezîran 23, 2021 12:34Hawar Newsê nivîsiye: "Endamê Konseya Serokatiyê ya YNK'ê Arêz Ebdullah diyar kir ku dewleta Tirkiyê hebûn PKK dike behane, lê ev ne rast e, armanca wê dagirkirina Herêma Kurdistanê ye û da zanîn ku ew amade ne bibin navbeynkarê pêşîlêgirtina şerê di nava Kurdan de."
-
Li Hewlêrê hejmareke konên koçberên Efrînê şewitîn
Hezîran 23, 2021 06:19Li nahiya Dareto ya Hewlêrê konên 8 malbatên koçberên Efrînê şewitîn û di encamê de hemû kelûpelên wan ji nav çûn, lê ziyana canî neghişt ti kesî.
-
Li Herêma Kurdistanê 7 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Hezîran 23, 2021 06:10Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 622 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine.
-
Asayîşa Silêmaniyê li ser “şerê Serçinar” daxuyaniyek belav kir
Hezîran 22, 2021 18:52Asayîşa Silêmaniyê têkildarî bûyera ku duh bi şev li Silêmaniyê rû da û çend endamên asayîşê birîndar bûn, daxuyaniyek da.
-
Nêçîrvan Barzanî bi serkomarê nû yê Îranê re pêwendiyeka telefonî encam da
Hezîran 22, 2021 04:04Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi telefonê pîrozbahî li serkomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî kir.
-
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî pîrozbahî li Serokomarê hilbijartî yê Îranê kir
Hezîran 21, 2021 10:41Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku wî pîrozbahî li Serokomarê hilbijartî yê Îranê Îbrahîm Reîsî kiriye.