-
Balefirên şêrr ên Tirkiyê navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê bombebaran kirin
Kanûn 29, 2021 00:11Şeva buhurî balefirên cengê yên Tirkiyê gundê Gelale yê li navçeya Şarbajêr a parêzgeha Silêmaniyê bombebaran kirin.
-
Pêwîst e di navbera Îran û Herêma Kurdistan de şîrketeke hevbeş a veguhestinê bê avakirin
Kanûn 27, 2021 11:50Serkonsulê Îranê li Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê got: Avakirina kompaniyek hevbeş bi hevkariya Parêgeha Azerbaycana Rojava ya Îran û parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê, çareseriyek ji bo kêşeya veguhestina hemû kelûpelan li sînorê Temerçîn-Hac Îmran e. "
-
Sersêkrêtêrê Yekgirtûya Islamî bo partîyên desthilatdar: Hûn di rêvebirina Herêma Kurdistanê da serkevtî nebûne
Kanûn 26, 2021 13:42Sersêkrêtêrê Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê bi rexnekirina karnama partîyên desthilatdar li Herêma Kurdistanê pêgirî kir: Sedema heyf û mixabinîyê ye ku Herêma Kurdistanê piştî têkoşîn û hewildana berfire, ji hêla komeke ``bijareyan ku bi salan weke qareman dihatin nasandin`` ketîye vê rewşê.
-
Li Şêxanê xwepêşandanek hat lidarxistin
Kanûn 26, 2021 04:15Xelkê gundê Şêxka yê ser bi qezaya Şêxanê ve li parêzgeha Duhokê, li ser xerabiya rêyan û zêdebûna bûyerên trafîkê bi wê sedemê, xwepêşandanek saz kirin û rêya sereke ya di navbera Elqûş-Şêxan de bo demekê girtin.
-
Êrîşên hewayî yên Tirkiyê yên berfireh li ser Kurdistana Iraqê
Kanûn 24, 2021 16:39Çavkaniyên leşkerî ragihandin ku balafirên Tirkiyê êriş kirin çend deveran li bakurê parêzgeha Hewlêrê ya Herêma Kurdistanê.
-
Serokê Herêma Kurdistanê li gel Wezîrê Derve yê Îtalya civiya
Kanûn 24, 2021 06:05Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî Pênçşemê 23.12.2021 pêşwaziya Wezîrê Derve yê Îtalya Luigi Di Maio û şanda dîplomasî û serbazî ya li gel wî kir.
-
Hikûmeta Iraqê 2 milyar Dînar ji bo rûbirûbûna lehiyan ji Herêma Kurdistanê re terxan dike
Kanûn 21, 2021 19:28Serokatiya Encûmena Wezîran a Iraqê 2 milyar Dînar ji yedeka karesatan û bûyerên awarte ji bo rûbirûbûna lehiyan ji Herêma Kurdistanê re terxan kir.
-
Civîna serokê PDKê Mesûd Barzanî û Balyozê Îranê li Iraqê
Kanûn 21, 2021 18:14Serokê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî û balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Iraqê Îrec Mescidî îro Sêşemê civyan û gotûbêj kir.
-
Ziyanên lehiya Hewlêrê hatin aşkerekirin
Kanûn 20, 2021 05:54Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw di konferanseke rojnamevanî de ziyanên lehiya berî du rojan ya li çend tax û navçeyên Hewlêrê navenda Herêma Kurdistanê diyar kirin û ragihand, 12 kesan canê xwe ji dest dan û ziyanên madî jî bi 21 milyar Dînaran tên texmînkirin.
-
Li Herêma Kurdistana Iraqê hejmara kesên ji ber lehiyê mirin bû 11
Kanûn 18, 2021 10:40Li Hewlêra navenda Herêma Kurdistana Iraqê ji ber bobelata lehiyê yek jê welatiyê Tirkiyeyê 11 kesî can da.