-
Li Silêmanî jina ku mêrê wê ew şewitandibû, jiyana xwe ji dest da
Sibat 23, 2022 08:1018’ê Sibatê li taxa Kurdsat a Silêmaniyê jina bi navê Şinyar Huner ji aliyê hevserê xwe ve hatibû şewitandin. Ji wê demê ve Şinyar di nexweşxanê de dihat dermankirin. Lê vê sibehê jiyana xwe ji dest da.
-
Encamên firotina petrolê ji aliyê Herêma Kurdistanê va bo welatiyan diltezîn bû
Sibat 21, 2022 17:45Serokê Navenda Medyayî ya Standerê destnîşan kir: Encamên firotina serbixwe ya petrolê ji aliyê dewleta Herêmê va ji bo gel diltezîn bûye.
-
Bandora nerênî ya biryara vê Dadgeha Federal a Iraqê li ser hevpeymaniya sêalî ya Sedr, Helbûsî û Barzanî
Sibat 21, 2022 13:56Lêkolerê warê Iraqê got: Hevpeymaniya sêalî ya navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), Hevpeymaniya Teqedum û Tevgera Sedr piştî biryara Dadgeha Bilind a Iraqê derbarê qedexetiya firotina petrolê ji aliyê Herêma Kurdistanê va, tûşê gefa duberetiyê bûye û ev yek dê bibe sebeba qelaşê di nav aliyên vê hevpeymaniyê da.
-
Dijîterora Herêma Kurdistanê terorîstekî DAIŞê girt û teslîmî hikûmeta Iraqê kir
Sibat 20, 2022 12:05Dijîterora Kurdistanê terorîtekî DAIŞê li Hewlêrê girt û teslîmî hikûmeta Iraqê kir.
-
Nêçîrvan Barzanî û Akar li Munîxê civiyan
Sibat 19, 2022 10:54Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar duh 18ê Sibata 2022ê de di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîxê de li Almanyayê civiyan.
-
Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî li Munîxê bi Sekreterê Giştî yê NY re civiyan
Sibat 19, 2022 06:27Li Konferansa Asayîşê ya Munîxê, vê êvarê 18ê Sibata 2022yan, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres civiyan.
-
Mesrûr Barzanî û Wezîrê Berevaniya Tirkiyê civiyan
Sibat 19, 2022 06:09Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku ji bo beşdariya di konferansa ewlehiyê çûye Munîxa Almanyayê bi wezîrê berevaniya Tirkiyê re civiya.
-
Nêçîrvan Barzanî çû Almanyayê
Sibat 17, 2022 14:58Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo beşdarîkirina li Konferansa Asayîşê ya Munichê çûye Almanyayê.
-
Mesrûr Barzanî û mîrê Qeterê derbarê damezirandina dewleta nû ya Iraqê şêwirîn
Sibat 16, 2022 12:22Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê di hevdîtina di gel mîrê Qeterê li Dûhayê derbarê dawîn guhertinên Iraqê bi taybet hewlên pêkhatî ji bo damezirandina dewleta nû li vî welatî pê ra şêwirî.
-
Mehkemeya Federal ya Iraqê: Divê dahata nefta ji Herêma Kurdistanê hatiye îxrackirin teslîmî Bexdayê bê kirin
Sibat 16, 2022 04:39Mehkemeya Federal ya Iraqê got qanûna neft û xazê ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) dijî qanûna bingehîn a rêvebiriya navendî ye û divê dahatên neftê yên ji ber îxracê hatine bidestxistin teslîmî Bexdayê bên kirin.