Encamên firotina petrolê ji aliyê Herêma Kurdistanê va bo welatiyan diltezîn bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/kurdistana_iraqê-i332116-encamên_firotina_petrolê_ji_aliyê_herêma_kurdistanê_va_bo_welatiyan_diltezîn_bû
Serokê Navenda Medyayî ya Standerê destnîşan kir: Encamên firotina serbixwe ya petrolê ji aliyê dewleta Herêmê va ji bo gel diltezîn bûye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 21, 2022 17:45 Asia/Tehran
  • Encamên firotina petrolê ji aliyê Herêma Kurdistanê va bo welatiyan diltezîn bû

Serokê Navenda Medyayî ya Standerê destnîşan kir: Encamên firotina serbixwe ya petrolê ji aliyê dewleta Herêmê va ji bo gel diltezîn bûye.

Mesûd Ebdulxaliq, Serokê Navenda Medyayî ya Standerê û çavdêrê siyasî yê Herêma Kurdistanê di gotûbêjekê da derbarê biryara dawiyê ya Dadgeha Federal a Iraqê derbarê neqanûnîzanîna çalakiyên petrolê yên Herêmê, got ku ne pêkan e ku ev biryar bi awayê bi qest û di şert û mercên damezirandina dewleta nû ya Iraqê hatibe dayîn û ji ber ku aniha cîgeha Herêmê li Iraqê lawaz bûye, ev biryar dikare cîgeha kurdan li vî welatî li hemberî dewleta navendî zêdetir ji berê lawaz bike.

Serokê Navenda Medyayî ya Standerê got: Di destpêka firotina petrola Herêmê bi awayê serbixwe jî hemî partiyên kurd ev yek nedipejirand û gelek nakokî di vî warî da hebûn û heta amerîkiyan jî ji kurdan ra got ku wan pişk û para xwe di mûçeya gelemperî ya Iraqê da tesbît kiriye û hewcetî bi firotina petrolê tunene û renge rêveberirina çalakiyên petrolê bi durustî pêk neyê.