-
Endamê payebilind ê YNK'yê: Meseleya serokkomartiya Iraqê dê di çend rojên bê da were çareserkirin
Hezîran 29, 2022 10:24Endamê payebilind ê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) tekezî li ser çareserkirina meseleya serokkomartiya Iraqê di heyama çend rojên bê da kir.
-
Projeya berfirehkirina meydana gazî ya Herêma Kurdistanê li pey êrîşên bi roketan hat rawestandin
Hezîran 27, 2022 11:52Cihênerê projeya berfirehkirina meydana gazê ya Kor Morê li Herêma Kurdistana Iraqê ku di rojên dawî da ketiye ber êrîşa roketî, qala rawestandi na cihanîna vê projeyê kir.
-
Nûnerê kurd ê Parlemana Iraqê: PDK û YNKê lihevkirinên baş bi dest xistine
Hezîran 25, 2022 13:39Nûnerê Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li Parlemana Iraqê got: PDK û YNKê di warê danasîna bijardeya serokkomartiya Iraqê lihevkirinên baş bi dest xistine.
-
Êrîşeke din a mûşekî li dijî kêlgeha gazê ya Kormorê hat kirin
Hezîran 25, 2022 06:02Duh dîsa cardin êrîşeke mûşekî li dijî kêlgeha gazê ya Kormorê li Herêma Kurdistanê hat encamdan, ku ev di nava hefteyekê de êrîşa duyem e.
-
Hevdîtin û civînên Şanda Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê li Bexdayê
Hezîran 24, 2022 09:44Duh şanda Wezareta Pêşmerge ku bi serdaneke fermî li Bexdayê ye, hejmarek hevdîtin û civîn ligel Fermandariya Operasyonên Hevbeş, Wezîrê Berevanî, Serokerkanê Wezareta Berevaniya Iraqê encam dan û li ser pêkanîna du lîwayên hevbeş di navbera Pêşmerge û hêzên artêşa Iraqê de gotûbêj kirin.
-
Şandeyek ji Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê çû Bexdayê
Hezîran 23, 2022 10:17Şandeyek ji Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistana Iraqê gihişte Bexdayê û ji aliyê Serokerkanê Fermandariya Operasyona Hevbeş a Iraqê ve hat pêşwazî kirin. Biryare ku li gel Serokerkanê Wezareta Parastinê ya Iraqê û Fermandarê Operasyonên Hevbeş yê Iraqê re hevdîtina bike.
-
Kalikê helebceyî ev 50 sal in karê pînekirina pêlavan dike
Hezîran 22, 2022 04:51Hemeweys Qurbanî ku temenê wî nêzî 80’ê sal e, ev 50 sal in li bajaroka Xurmal a Helebceyê karê pînekirina pêlavan dike. Hemeweys diyar dike ew ji karê xwe gelek hez dike û debara wî li ser vî karî ye. Wî her wiha da zanîn ji ber rewşa xirab ya aborî dibe ku karê wan hinek din baştir bibe.
-
Xwepêşandanên berfireh li Hewlêra navenda Herêma Kurdistanê
Hezîran 21, 2022 18:17Hejmarek mezin ji xelkê li navend û taxên Hewlêrê, li Kurdistana Iraqê, li dijî bilindbûna nirxê sotemeniyê xwepêşandan kirin.
-
Mesrûr Barzanî bi şanda bilind a serbazî û ewlehî ya Iraqê re civiya
Hezîran 21, 2022 16:18Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro yekşemê 19ê Hezîrana 2022yan di civîna bi şanda bilind a serbazî û ewlehiy Iraqê ya bi serokatiya Serokerkanê Artêşa Iraqê General Ebdulemîr Yarulla got: Divê Pêşmerge wek beşek ji sîstema ewlehiya Iraqê were dîtin.
-
Şêwirmendê Mesûd Barzanî: Çarçoveya Hevahengiyê ji bo damezirandina dewleta nû divê Tevgera Sedir razî bike
Hezîran 20, 2022 13:00Şêwirmendê rêberê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tekez kir: Çarçoveya Hevahengiya Şîeyên Iraqê eger bixwaze dewleta nû damezirîne, divê Tevgera Sedir razî bike.