-
Cîgirê serokê parlemana Iraqê: Civîna dengê baweriyê bo dewleta Elawî çarşemyê dê were lidarxistin
Sibat 23, 2020 09:21Cîgirê serokê parlemana Iraqê teqez kir ku civîna parlemanê bo dengê baweriyê bo kabîna pêşniyarkirî ya serokwezîrê rasipartî yê vî welatê paşde ketiye û çarşemiyê dê were lidarxistin.
-
Çend teqînan Bexda hejand
Sibat 23, 2020 08:38Şeva borî çend teqînên bihêz li çend taxên Bexdayê çêbûn û di encamê de hejmareka hemwelatiyên Iraqî jî birîndar bûne.
-
Mescidî: Îran piştgiriyê dide xwestekên qanûnî yên iraqiyan
Sibat 22, 2020 14:58Balyozê Îranê li Bexdayê teqez kir: Çarenivîsa Iraqê gelê vî welatî kivş dikin û Îran piştgiriyê dide xwestekên qanûnî yên vî gelî.
-
Pûçkirina hewildana DAIŞê li Xaneqînê jibo êrişa ser gundekî
Sibat 22, 2020 08:06Sazîya Seferberîya Gelanî ya Iraqê (Heşdi Şeibî) ragihand ku êrişeke DAIŞê, li gundekî navçeya Xaneqînê pûç derxist.
-
Ellawî ji ber astengîderxistina ser rêya pêkanîna kabîna Iraqê rexne kir
Sibat 20, 2020 05:25Serokwezîrê rasipardî bo pêkanîna kabîna Iraqê ji hin alîyan bi hegera astengîderxistina ser rêya pêkanîna kabînê rexne kir û aşkere kir ku ew dê roja Duşemê kabîneya nû pêşkêşî Parlimanê bike.
-
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê: Iraq dê nebe pêgehek jibo êrişa ser welatên din
Sibat 18, 2020 15:14Wezîrê Karên Derve yê Iraqê got ku welatê wî yê nebe pêgehek jibo êrişa ser welatên din.
-
Li Celewlayê êrişeke têrorîstî pêk hat; hêzekî iraqî hat kuştinê
Sibat 18, 2020 08:45Mêdyaya Çiqa Ewlehîyê ya Iraqê ragihand ku di encama êrişa têrorîstên DAIŞ`ê li deverekî kêşeliser a vî welatî de hêzekî iraqî hat kuştinê.
-
Ellawî heta Pêncşemê mecal daye partîyên dijber
Sibat 18, 2020 05:09Parlimanterekî iraqî dibêje ku Serokwezîrê rasipardî yê vî welatî di çarçova bidestxistina piştgirîya komên neyar de, heta Pêncşemê mecal daye wan ku nêrîn û helwesta xwe ragihînin.
-
Hevdîtinên Helbûsî digel rayerarên YNKê
Sibat 17, 2020 05:28Serokê Parlimana Iraqê çû Silêmaniyê û bi serkirdeyên YNKê ra li ser pêwendiyên kurd û erebên sune li Iraqê û pêkanîna dewleta nû axivî.
-
Operasyona li dijî terorîstî ya artêşa Iraqê li Kerkûk û Enbarê
Sibat 16, 2020 14:04Hêzên artêşa Iraqê operasyona li dijî terorîstî ya nû li parêzgehên Kerkûk û Enbarê cih anîn.