Ellawî heta Pêncşemê mecal daye partîyên dijber
Parlimanterekî iraqî dibêje ku Serokwezîrê rasipardî yê vî welatî di çarçova bidestxistina piştgirîya komên neyar de, heta Pêncşemê mecal daye wan ku nêrîn û helwesta xwe ragihînin.
Rîyaz Mesûdî Parlimanterê Hevalbendîya Sairûnê got: Mihemed Tofîq Ellawî Serokwezîrê rasipardî yê vî welatî heta Pêncşemê mecal daye partîyên dijber ku nêrîn û helwesta xwe ragihînin.
Mesûdî herwiha got ku Ellawî tê qebûlkirinê û heta roja Pêncşemê mecal daye komên dijberê xwe yên ji nav Şîe, Sunne û Kurdan û dê piştî wê kabîna xwe bide nasandin.
Wî Prlimanterê ser bi Tevgera Sedir di dewamê de got ku komên ne hevdengê Ellawî ji wî xwestine ku garantîyê bide piştî pêkanîna kabînê jibo lawazkirina wan kar neke û nika Ellawî li benda bersiva wan a teqil û dawîyê ye.
Mihemed Xalid Parlimanterê iraqî jî dibêje ku 203 Parlimanter ji nav 329 Parlimanteran dê îro dengê pêbawerîyê bidin kabîna Ellawî. Herwiha sedî 90`ê komên Şîe jî digel dewleta wî da ne.
Mihemed Tofîq Ellawî Serokwezîrê rasipardî yê Iraqê roja Şemîyê got ku bi alîkarî û heskirina Xwedê ez dê vê hefteyê lîsta wezîran ragihînim.