Tebax 10, 2020 13:38 Asia/Tehran
  • Mûsewî: Amerîkî rêbaza Konseya Ewlehiyê ya NY neçê bi kar tînin

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tevî amajeya bi hewildana Amerîkayê jibo dirêjkirina boykotên çekan li dijî Komara Îslamî ya Îranê, got: Amerîkî rêbaza Konseya Ewlehiyê ya NY neçê bi kar tînin.

Seyid Ebas Mûsewî, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Duşemiyê di civîna çapemeniyê da derbarê hilêxistina pêşnivîsa nû ya biryarnameya Amerîkayê derbarê dirljkirina boykotên çekdariyê yên dijî Îranê di civîna sibe ya Konseya Ewlehiyê ya NY da got: Ev kiryar beriya ku li dijî Îranê be, li dijî rêbazên navnetweweyî û Konseya Ewlehiyê ya NY ye.

Mûsewî tevî gotina vêya ku amerîkî dixwazin Konseya Ewlehiyê ya NY têk bibin an bikin bin desthilata xwe, ragihand: Endamên Konseya Ewlehiyê ya NY divê haya wan hebe ku nekevin davika amerîkiyan û renge ev kiryara Amerîkayê jî bi baldariya endamên vê konseyê ser nekeve.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê derbarê rola Erebistanê di dayîn û wajokirina nameya vê dawiyê ya Sêkrêtirê giştî yê Konseya Hevkariya Kendava Farsê boKonseya Ewlehiyê jibo dirlêjkirina boykotên çekdariyê li dijî Îranê got: Li gorî nûçeyên bawerpêkirî, hinek ji endamên Konseya Hevkariya Kendava Farsê haya wan ji naveroka vê nameyê tunebûye.

Mûsewî tevî amajeya bi pêşniyarên berê yên Îranê jibo hevkariya digel welatên derdora Kendava Farsê, got: Îran ji welatên ku ji rakirina boykotên çekdariyê li ser Îranê nîgeran bûn dibêje: We navçe kiriye depoya çek û muhîmatan û ev karê we jibo xweşêrînkirina li cem Amerîkayê ye."

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê derbarê îdiaya rayedarên Waşîngtonê derbarê destwerdana Têhranê di hilbijartina serokomartiya Amerîkayêl jî got: Eva jî ji îdiayên pêkenî yên amerîkiyan e, ji ber ku Îran zêde bala xwe nade ser kes, tevger û partiyên navxweyî yên Amerîkayê, belkî bala xwe dide ser reftar, tevger û danûstandina wan digel Komara Îslamî ya Îranê

 

 

Serepeyv