Piştgîriya vebirr a Rûsyê ji Lihevkirina Navokî
Balyozê Rûsyê li Waşîngtonê bal kişand ser daxwaza welatê xw ji bo parastina Lihevkirina Navokî û got: Şiyan û karaiya cihatina vê hevhatinê misoger bûye.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Riyanowêstiyê, Anatoly Antonov (Anatolî Antonov), roja çarşemiyê herwiha got: Mijara Lihevkirina Navokî li hevditina bi Vlademîr pûtîn û Donald Trump, serokomarê Rûsye û Amerîkayê li Hêlsînkiya paytexta Fenlandê raber bû lê Moskowa bi Waşîngtonê re li ser vê mijarê nakok e û berova jî wan dixweze ku ev hevhatina were parastin.
Balyozê Rûsyê li Waşîngtonê, li ser parastina Lihevkirina Navokî pêgîrî kir û got: Jinavçûna nijyarekê pirr hêsan e lê avakirina wê ya ji bo cara dudiyan pirr dijwar e.
Antonov bal kişand ser vê yekê ku helwêsta Rûsyê ya li hember Lihevkirina Navokî neguherîye û herwiha got: Moskowa dixweze ku ev hevhatina cih were û amerîkî bona bi dawîanîna nakokiyên xwe yên bi Îranê re rêbazên din peyda bikin.