Çile 22, 2018 18:25 Asia/Tehran
  • Cehangîrî: Destkevtên Îranê li warê sûdwergirtina ji meydanên hevpar ên nift û gazê berbiçav in

Alîkarê yekem ê serokê Komara Islamî ya Îranê îro li civîna navenda birêvebirina aborîya ser bingeha berxwedanê ya Îranê bi pêgirîya ser vê yekê ku destkevtên Îranê di warê sûdwergirtina ji nift û gaza meydanên hevpar de berbiçav bûye, got: Di warê cihanîna projên têkildarî pêşeya niftê de divê pêngavên lezgîn û cidî bên rakirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Ishaq Cehangîrî bal kişand ser pêşketina projên niftê yên berfirekirina meydanên hevpar ên rojavaya Karûnê (li başûra rojavaya Îranê) û got: Îran di qonaxekê de bi hegerên curbicur di warê sûdwergirtina ji meydanên hevpar ên digel Iraqê paşda ma, lê niha ew paşdamayîn hatine cebirandin û projên baş ji bo pêşxistin û berfirekirina meydanên vê navçê cih tên.

Alîkarê yekem ê serokê Komara Islamî ya Îranê bi pêgirîya ser vê yekê ku divê hemî potansîyêla welêt nemaze şîyana pişka sivîl ji bo bidestxistina armanca derxistina niftê ji meydanên hevpar ên rojavaya Karûnê (meydanên Yadaveran, Azadêganê Cenûb, Azadêganê Şomal, Yaranê Cenûb, Yaranê Şomal) bi qasê milyonek û 220 hezar bermîlî di rojê de bên bikaranînê û got: Hemî sazî û dezgeh ji wan Sandiqa Pêşxistina Netewî, Sazîya Plan û Bûcê û Wezareta Aborîya Îranê divê alîkarîyê bidin Wezareta Niftê ta ku ev proja ku sembola rastî ya aborîya ser bingeha berxwedanê ye baştir û lezgîntir serê xwe bigire.

Cehangîrî herwisan ji Wezareta Nifta Îranê xwest ku li gorî şîyana teknîk û zanista xwecî li welêt, plankarîya pêwîst ji bo girtina pêşîya jidestçûyîna gaza vê meydanê bike.