Çile 22, 2018 15:37 Asia/Tehran
  • Balafirên cengê yên Îranê hişyarî dan 2 paporên bîyanî

Berdevkê manovra Artêşa Komara Islamî ya Îranê ya bi navê Mihemed Resûlulah (S) îro ragihand ku balafirên cengê yên Artêşa Îranê 2 paporên bîyanî hişyar kirin.

Emîr deryavan Seyîd Mehmûd Mûsewî bi bîr xist di sietên destpêka tetbîqata Mihemed Resûlulahê(S) 2 paoorên bîyanî ku bi merema şopandin û şavdêrîya ser hêzên deryayî yên artêşa Îranê nêzîkî devera lidarxistina manovrê bûn, bi saya balafirên bêfirokevan ên vê hêzê va hatin naskirin.

Berdevkê manovra Artêşa Komara Islamî ya Îranê ya bi navê  Mihemed Resûlulah (S) herwisan got: Piştî ragihandina vê mijarê bo navenda taktîka manovrê, balafirên cengê yên artêşa Îranê rabûn esmîn û ew du ppapor hişyar kirin û ew jî ji navçê dûr ketin.

Manovra Artêşa Komara Islamî ya Îranê ya bi navê  Mihemed Resûlulah (S) ji vê sibê ve bi ragihandina remza Ya Resûlulah ji hêla deryavan Hebîbulah Seyarî alîkarê hevdengirê Artêşa Komara Islamî ya Îranê ve li perravên başûra Îranê destpê bû.

Emîr deryadar Hebîbullah Seyarî cîgirê hevahengkirê artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: ``Ev Meşqa Şêrr bi amadebûna hêzên deryayî, hewayî, peya û pedafenda hewayî ya Xatemul Enbiya (S) yên artêşa Komara Îslamî ya Îranê li perravên Mekran û Deryaya Omanê du rojan tê lidarxistin.

Cîgirê hevahengkir ê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser vê yekê ku beşek  ji vê meşqa leşkerî li nav avên navneteweyî cih tê û got: ``Peyama vê Meşqa Leşkerî aştî û dostî bo welatên navçeyê û zêdekirina şiyana Komara Îslamî ya Îranê ji bo dabînkirina ewlehiya avê û xetên veguhestina Enêrjiyê li navçeyê ye``.