Çend kurtenûçeyên werzişî
Amadetiya zêde ya Selîmî û Muradî bereberê pêşbirkên weznehilanîna qehremaniya cîhanê. Suhrab Muradî û Bêhdad Selîmî li rekora nav kampê û bereberê pêşbirkên qehremaniya cîhanî amadetiya xwe nîşan dan.
Li gorî rapora ISNA`yê, di kêmtir ji hefteyekê mayî heya destpêka pêşbirkên weznehilanîna qehremaniya cîhanê, tîma neteweyî ya Îranê dawîn rojên xwe yên dijwar derbas dike. Bêhdad Selîmî û Suhrab Muradî wezneyên giran bilind kirin û amadetiya xwe nîşan dan.
- Pênc serketin û işketek jibo nunerên Îranê li pêşbirkên çar weznên dudiyan
Pêşbirkên çar wezna dudiyan a pêşbirkên guleşta ferengî ya bin temenê 23 salan a cîhanê ji siba roja çarşemiyê li halê lidarxistinê ye.
Li gorî rapora Fars News`ê, roja dudiyan a pêşbirkên guleşta ferengî ya bin 23 salan a cîhanê li 4 weznên dudiyan ji siba duh li bajarê Bîdgoşeça Polayê li halê lidarxistinê ye ku nunerên Îranê bi hevrikên xwe re lîstine.
Li wezna 59 kg Mêysem Dilxanî li dewra ewil bi encama 3-1 ji Loyîz Sançêz ji Kûbayê bi ser ket lê di dewra din bi encama 3-2 ji Kawanê guleştvanê japonî bir.
Li wezna 66 kg ku 25 kes beşdar in, Emîn Kawyanînijad di dewra ewil bi encama 8-0, Manîş ji Hindê işkest da.
- Yekim dewra pêbirkên navneteweyî yên bedmîntonê ya ciwanan li bajarê Simnanê destpê bû. Li gorî rapora IRIB News`ê, yekim dewra pêşbirkên navneteweyî ya bedmîntona ciwanan ji saet 9 vê sibê bi beşdariya lîstikvanên biyanî û navxweyî li hola taybet a bedmîntonê ya bajarê Simnanê destpê bû.