Nîsan 24, 2024 18:32 Asia/Tehran
  • Heşt berhemên îranî di koma berbijêrên

Heşt berhem ji Îranê wek berbijêrê lîsteya Pirtûk ji bo Zarokên bi hewcetiyên taybet hatin nasandin da ku li Torontoya Kanadayê werin dadwerîkirin.

Li gorî rapora IRNA'yê ji Konseya Pitûkên Zarokan, Koma Xelatan a Pirtûk ji bo Zarokên bi hewcetiyên taybet a ser bi Konseya Pirtûkên Zarokan di civîna dadweriyê ya Isfenda 1402an ji nav berhemên şandî, heşt berhem jibo danasîna bo Ofîsa navneteweyî ya Pirtûk ji bo Nifşa Ciwan (IBBY) bijartin.

Ev pirtûk bi vî awayî ne: "Efsaneya Xwêyî" ya Sitare Îqtidarî, "Xaltîk dihûne, ez li xwe dikim" ya Sewda Azadî, "Rûvî û Quling" a Semane Nadirî, "Ez batirok im , lê ditirsim" a Şehrzad Şehrcêrdî, "Mûzê kun dikene" a Hemîdreza Şah-Abadî, "Cîhan a min e" ya Tehmîne Hedadî û "Karê herî tirsnak ku te heta niha kiriye çi bûye?" ya Hale Qurbanî.

Serepeyv