Reqîbên tîmên volîbola jin û mêrên Îranê li Kûpa Cehanî ya 2018`an
Reqîbên tîmên volîbola jin û mêrên Îranê li pêşbirkên bijartina tîmên Asyayê jibo pişkdarîya li pêşbirkên Kûpa Cehanî ya 2018`an hatin kifşkirinê.
Tîma volîbola Îranê di qonaxa dawîyê ya pêşbirkên volîbola bijartina tîmên sereke yên parzemîna Asyayê jibo Kûpa Cehanî li Koma A li rex tîmên Çîn, Koreya Başûr, Qeter û yek ji tîmên Maldîv, Bengiladêş û Qirqîzistanê cî girt.
Pêşbirkên Koma A`yê yê ji 10 heta 14`ê Tebaxa 2017`ê li Têhranê bên lidarxistinê.
Li Koma B jî, tîmên Australîya, Japon, Tayvan, Taylend û News Land cî digirin ku pêşbirkên vê komê jî yê li Sîdnîya Australîyayê bên lidarxistinê.
19`emîn dewra pêşbirkên volîbola qaremanîya mêrên cehanê yê ji 10 heta 30`yê Îlona 2018`an bi pişkdarîya 24 tîman bi mazûvanîya Îtalîya û Bulgaristanê bê lidarxistinê.
Tîma volîbola jinên Îranê jî li pêşbirkên bijartina tîmên Kûpa Cehanî li Koma B`yê li rex tîmên Koreya Başûr, Taylend, Vîtnam û Koreya Bakûr cî girtîye û pêşbirkên vê komê jî yê bi mazûvanîya Taylendê bên lidarxistinê.
Li koma A ya van pêşbirkana jî tîmên Qaaqistan, Çîn, Tayvan, Australîya û Fîcîyê cî girtin ku pêşbirkên vê komê yê li Qazaqistanê bên lidarxistinê.
18`emîn gerra pêşbirkên volîbola qaremanîya jinên cehanê jî sala 2018`an yê bi pişkdarîya 24 tîman ji 29`ê Îlonê heta 20`ê Cotmehê bi mazûvanîya Japonê bê lidarxistinê.