May 10, 2024 11:17 Asia/Tehran
  • Îran amade ye li gorî berjewendiyên hevpar bi Ewropayê re hevkariyê bike

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Îran amade ye li ser bingeha rêzgirtin, gotûbêja avaker û hevkariyê li gorî berjewendiyên hevpar û aşitî û ewlehiyê li cîhanê bi Ewropayê re hevkariyê bike.

Huseyn Emîr Ebdullahiyan, bi boneya roja Ewropa ya sala 2024’an,  ev roj pîroz kir û got: Di vê roja taybet de, divê hemû kesên ku ji bo aramî û bextewariya Ewropayê xebat kirine, divê li hizra aşitî û ewlehiya li sernserê cîhanê bin  û tişta ku li Xezeyê  diqewime barekî giran e li ser milê wijdanê mirovahiyê û ji bo rewabûna nirxên wek rûmet û mafên mirovan, ku Ewropî îdia dikin ku ji bo wan têdikoşin.Emîr Ebdullahiyan destnîşan kir: Divê Ewropa di mijara Filistînê de qêrîna xwe ya dadperweriyê bilind bike.Wezîrê karên derve yê Îranê teqez kir Îran amade ye li ser esasê rêzgirtin, gotûbêjên avaker û hevkariyê li gorî berjewendiyên hevpar û aşitî û ewlehiya cîhanê bi Ewrûpayê re hevkariyê bike.

 

Serepeyv