May 08, 2024 17:41 Asia/Tehran
  • Dora 35an a Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Tehranê dest pê bû

Dora 35an a Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Tehranê wek rûdana çandî ya salane ya herî mezin li Îranê ji îro Çarşemiyê 8ê Gulanê va li Nimêjgeha Îmam Xumeynî (RE) ya Tehranê dest pê bû.

Li gorî nûçeya IRNA'yê, Dora 35an a Pêşangeha Navneteweyî ya Pirtûkan a Tehranê bi dirûşmeya "Bila em bixwînin û ava bikin" ji 8 heta 18ê Gulana 2024an li Nimêjgeha Îmam Xumeynî (RE) bi awayê amadehî û li malpera Ketab.ir bi awayê mecazî tê lidarxistin.

Îsal zêdetirî du hezar û 619 weşanên pirtûkan beşdarî pêşangeha Tehranê bûne ku ji vê hejmarê derdora 60 weşan yên derveyî welêt in û derdora 50 hezar pirtûk hanîne pêşangehê. Ev di halekî da ye ku sala pêş 45 hezar pirtûkên derveyî li pêşangeha 34an hatibûn raberkirin. Mêvana taybet a pêşangeha 35an a pirtûkan jî Yemen e.

Serepeyv