Cotmeh 21, 2020 12:36 Asia/Tehran
  • Îro li dadgeha Amedê doza kuştina Tahîr Elçî birêve diçe

Li dadgeha Amedê îro doza kuştina serokê berê yê Baroya Amedê  Tahîr Elçî birêve diçe. 3 polîs û kesekî din weke tometbarên kuştina Tahîr Elçî wê bêne darizandin.

Li gor Rûdawê, Îro Çarşemê 21ê Cotmeha 2020an doza serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî 10mîn dadgeha cezayên giran a Amedê saet 10:00ê birêve diçe. Xanima Tahir Elçî, Turkan Elçî jî weke parêzerê stajer beşdarî yekemîn rûniştina dadgeha doza hevjînê xwe dibe.

Di dosyayê de 3 fermanberên polîs û kesekî din ku di dema kuştina Tahir Elçî de gulle berdane polîsan, weke tohmetbar hatine tomarkirin. 

Herwiha di dosyayê de gotinên gelek şahidan, tomarên bêtêlên polîsan yên dema bûyerê, û rapora kesên pispor jî cî digrin.

Tometbarên ku nehatine girtin li dadgehê amade nabin û bi rêya sîstema deng û dîmen beşdar dibin û wê axeftina wan bê wergirtin.

Kolana ku Tahir Elçî lê hatibû kuştin, hejmareke mezin a polîsan lê bûn, Baroya Amedê amaje bi wê yekê jî daye û gotiye, polîsên ku gulle berdidan cihê gumanê ne û daxwaza wergirtina gotinên wan kiribûn, lê nehate qebûlkirin, û tenê gotina 15 polîsan weke şahid hate wergirtin.

Roja 28ê Mijdara 2015an, serokê wê demê yê Baroya Amedê Tahir Elçî bû armanca êrîşeke gumanbar, û derdora 5 sal di ser kuştina wî re derbas bûn, lê heta niha encamder nehatine girtin.

Serepeyv