Cotmeh 14, 2020 14:36 Asia/Tehran
  • Şirnex; Di şikefta sedsalane de kevneşopiya veşartina penîr û mast didome

Li navçeya Basayê welatî ji şikeftên ji demên berê mane sûd werdigirin û penîr û mastên ku di mehên biharê de çêdikin, ji bo ku ji germê mihafize bikin, di şikeftan da radigirin. Niştecihên navçeyê gotin qatixê ku di şikeftan de hiltînin bi temtir in.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Li navçeya Basa ya Şirnexê, şikeftên xwezayî ku ji demên berê mane îro jî têne bikaranîn. Yek ji van şikeftan ku kîlometreyek dûrî navenda navçeyê ye niştecih jê sûd werdigerin. Niştecihên herêmê, gihayên cûr bi cûr ên ku demsala biharê ji çiyayan berhev dikin û penir û mastên ku çêdikin, ji bo ku ji germê mihafize bikin, di şikefta ku kîlometreyek dûrî navenda navçeyê de bi cih dikin. Ji ber ku di mehên zivistanê de nav şikeft germ dibe, welatî di mehên payîzê de van giha, penir û mastan ji şlikeftê derdixin û dibin malê xwe. 

HAVÎNAN CEMIDÎ YE ZIVISTANAN JÎ GERM E 

Welatiya bi navê Fatma Dayan ku qatixê xwe li şikeftê bi cih kiriye, anî ziman ku ew şikeftê wekî sarincên xwezayî bi kar tînin û wiha got: “Li vê herêmê em bi sewalkarî û giyayê ku kom dikin debara xwe dikin. Di mehên gulan û nîsanê yên demsala biharê de em dest bi çêkirina pênir dikin.  Penirê ku em amade dikin di vê şikeftê de vedişêrin. Ji berê de dema ku sarinc nebûn xwarin li van şikeftan de dihatin parastin. Lê niha li gel ku sarinc hene jî mirov penir û giyayê xwe di vê şikeftê de vedişêrin. Di hûndirê şikeftê de herkesî qefesa xwe heye. Ji bo ku tevlîhêvî çênebe herkes penir û giyayê xwe li wan qefesan de vedişêre. Taybetmendiyên vê şikeftê jî ew e ku havînan de hûndirê wê gelek cemidî ye. Dema ku demsala payîzê tê em yek bi yek tên penir û giyayê xwe dibin malê. Ji ber ku li gel hatina zivistanê hûndirê şikeftê germ dibe." 'PENÎR Û MASTÊ ŞIKEFTAN BI TEMTIR E' Di berdewamê de Dayan, bi lêv kir ku xwarina ku di şikeftê de tê parastin ji bo tendûristiya mirov baştir e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi saya şikeftan, amûrên  me xirab nabin û ji bo tendûristiya mirov jî wiha baştir e. Penir û mastê ku em li vir vedişêrin ji penirên din bi temtir û  çêtir e. Em vê  kevneşopiya ku ji bav û kalên me ji me re maye didomînin.  Ji germa havînê re sarincên herî cemidî  şikeftên xwezayî ne. Ji ber wê her sal em penir û giyayê xwe li vir diqefilînin." 

 

 

 

 

Serepeyv