Îlon 19, 2020 14:12 Asia/Tehran
  • Tirkiye dîsa proseya lêgerîna çavkaniyên enerjiyê li Derya Spî despê dike

Tirkiyê biryara dirêjkirina dema proseya geryana li pey çavkaniyên enerjiyê li Derya Spî bo meheke din dirêj dike. Enqerê berî niha keştiya Oruç Reîs vekişandibû.

Li gor medyaya Tirkiyê, hikûmeta  Tirkiyê vê carê biryar daye bi riya keştiyên Barbaros Hayrettîn Paşa li beşa rojhilatê Derya Spî dest bi çalakiyan bike.

Biryara Tirkiyê ji 18ê Îlonê destpê kir û dê heya 18 Cotmehê berdewam be, herweha du keştiyên din di proseyê de beşdar dibin.

Yewnanistan û Qubrisa Başûr dibêjin Tirkiye di sînorê wan yê avî de, dest bi çalakiyên geryana li dû çavkaniyên sirûştî dike.

Lê Tirkiyê vê yekê red dike û dibêje, ew di sînorê Tirkiyê û sînorê deryayî yê Qibrisa Bakur de çalakiyan encam didin û ti binpêkariyek nekirine.

Ev yek jî bû sedema ku aloziyên di navbera Yewnanistan û Tirkiyê de zêdetir bibin.  Yekîtiya Ewropayê jî hişyarî daye Tirkiyê, eger li ser van karan berdewam bibe û aloziyan çêbike, ewê cezayê hercurî li ser Tirkiyê bisepîne.

Tirkiyê roja 13ê vê mehê keştiya Orur Reîs ku li Derya Spî xebatên lêgerîna çavkaniyên enerjiyê birêve dibir, piştî zêdebûna aloziyên li gel Yewnanistanê û nerazîbûna welatên din ên navçeyê bi hinceta "nûjenkirinê" vekişandibû Bendera Antalyayê.

Serepeyv