Nîsan 04, 2020 08:11 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê qedexetiya hatûçûnê jibo kesên bin 20 salî hat sepandin

Erdoxanê serokomarê Tirkiyê Îniyê bi şev jibo sekinîn ali hemberî belavbûna Vîrûsa Koronayê li vî welatî, derketina kesên ji 20 salî kêmtir ji malên xwe qedexe kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Erdoxên di axaftineke televîziyonî da got: Ji roja Şemiyê, 4ê Nîsanê heta ragihandina din, kesên bin 20 salî li Tirkiyê mafê xwe yê derketina ji malê tune ne.

Serokomarê Tirkiyê her wiha got: Derketina erebeyan ji 31 bajarên mezin ên Tirkiyê ji wan Enqereya paytextê bi qasî 15 rojan qedexekirî ye.

Erdoxên got: Ji roja Şemiyê va gişt li Tirkiyê divê li cihên qerebalix maskeyê bi kar bînin.Serokomarê Tirkiyê tevî pêgiriya ser vêya ku sekinîna dijî Vîrûsa Koronayê hewcedara hevgirtin û hewildana hemî gelê Tirkiyê ye, got ku Kesên ku destûrkar û tevrdîrên paqijiyê berçav negirin, dê werin sizakirin.

Kesên zêde ji 65 salî û kesên ku nexweşiya demdirêj bi wan ra heye jî ji pêş va li Tirkiyê qerentîneya neçarî ser wan hatibû sepandin.

Leza belavbûna Vîrûsa Koronayê li Tirkiyê rojên dawiyê zêde bûye.

Fexredîn Koca Wezîrê Tendurustiyê yê Tirkiyê Îniyê bi şev ragihand ku heta niha 20 hezar û 921 kes li Tirkiyê tûşî Vîrûsa Koronayê bûne û 425 kesan jî canê xwe ji dest dane.