Sibat 26, 2020 18:40 Asia/Tehran
  • Parlamena Ewropayê daxwaza azadkirina Demîrtaş dike

Parlamena Ewropayê daxwaza azadkirina Selahedîn Demîrtaş û çalakvanê sivîl Osman Kavala ji Tirkiyê dike.

Komîteya Karûbarên Derve ya Parlamena Ewropayê bang li hikûmeta Tirkiyeyê dike ku berbestên li pêş mafnasiyê rake û Selahedîn Demîrtaş û Osman Kavala azad bike.

Komîteya Karûbarên Derve ya Parlamena Ewropayê di serdana Enqereyê de bi Wezîrên Derve û Navxweyî yên Tirkiyê, endamên Komîsyona Mafên Mirovan ya Parlamenê, serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu û Şaredarê Mêrdînê Ehmed Turk û rojnamevanan re hevdîtin encam dabûn.

Di hevdîtinan de, mijarên danîna qeyuman, pêşhatên doza Osman Kavala, serdestiya mafnasiyê, azadiya rojnamevanî û pêşhatên Sûriyê hatin gotubêjkirin.

Hevserokê pêştir ê HDPê Selahedîn Demîrtaş ji Mijdara 2016 av girtî ye. Herwiha karsaz û çalakvanê sivîl Osman Kavala jî ji sala 2016`an ji piştî derbeya Tirkiyê ve girtî ye.