Sibat 15, 2020 09:12 Asia/Tehran
  • Ehmed Turk bêtewan hat zanîn, lê li cihê wî, dîsa jî Qeyyum heye

Şaredarê Mêrdînê Ehmed Turk, ji dosya ku bû hinceta jikardûrxistina wî û danîna qeyumekî dewsa wî, bêtawan hate zanîn.

Şaredarê Mêrdînê Ehmed Turk û Hevşaredara Çiyayê Mazî ya Mêrdînê Necla Yildirim, jiber beşdarîya di şîna endamekî PKK'ê bûne, bi bangeşeya rêxistina terorê hatibûn tometbarkirin.

Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyê, vekirina dozê wek hinceta jikardûrxistina Ehmed Turk û Necla Yildirimê nîşan dabû.

Di rûniştina dawîyê ya dozê de, tevî Ehmed Turk pênc endam û rêveberên HDP'ê yên Mêrdînê bêtawan hatin zanîn.

Dadwerê Dadgeha Sizaya Giran a Mêrdînê da xûyakirin, beşdarîkirina di şînê de ne tawan e û bo tawanbarkirinê tu delîlek din jî nîne.

Ehmed Turk, ji dosyeya bangeşeya PKK'ê, du caran ji Serokê Şaredariya Mêrdînê hatibû dûrxistin û şûna wî qeyûm hatibû danîn.