Çile 19, 2020 08:55 Asia/Tehran
  • Erdoganji Ewropayê dixwaze ji bo bi dawîbûna şer û pevçûnên li Lîbyayê destekê bidin ENqerê

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan duh berî lidarketina Rûniştina Berlînê ya derbarê Krîza Lîbyayê de li nivîsekê ku di kovara Politico de hate weşandinê nivîsiye: Ji bîr nekin ku Ewropa pir naxwaze piştgiriya leşkerî bide Lîbyayê û îdia kir: Riya aştiyê Lîbyayê ji Tirkiyê derbas dibe.

Erdogan di dewamê de nivîsiye: Em hêzên ewlekariyê yên Lîbyayê perwerde dikin û em wan ji bo sekinîna li ber terorîsm, qaçaxa mirovan û gefên cidî yên ji bo ewlehiya cîhanê amade dikin û destekê didin wan.

Erdogan îdia dike ku ger dewleta rewa ya Lîbyayê karî li ber çekdarên wek DAIŞ û El-Qayidê bisekine bi hetim wê ji bo vegerandina îstiqrar û ewlehiyê jî riyekê peyda bike. Divê neyê ji bîr kirin ku ger dewleta rewa ya Lîbyayê têk biçe, wê Ewropa rastî pirsgirêk û gefên nû were û rê ji bo terorîsmê wê serast bibe. Erdogan herwiha dewa dîplomasiyê dike û dibêje dîrokê nîşan daye kî ku pişta xwe bide dîplomasiyê û kesên ku henekan bi civaka cîhanî dikin xelat bike, dibe sedem ku pirgirêkên mezintir çê bibin.

Dewleta Erdogan destekê dide Dewleta Wifaqa Nîştimanî ya Fayiz Sirac û ji bo vê yekê leşkerên tirk û çekdarên ku li Sûriyê şer dikin ên ku ji komên wekî Bereya El-Nusre û DAIŞê pêk hatine şandine Lîbyayê bona ku li dijî Koma bi navê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê ya bin fermandariya Xelîfe Heftar şer bikin.