Çile 18, 2020 08:52 Asia/Tehran
  • Serokê CHP: Kesên ku ji Idlibê ber bi sînorê Tirkîyê va tên, têrorîst in

Serokê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) got: Kesên ku ji Idlibê bo Tirkîyê tên veguhestinê ew têrorîstana ne ku gellek kes kuştin.

Ligorî rapora rojnama Cimhuriyetê, Kemal Kiliçdaroglu Serokê CHP`ê amajeyî destpêbûna pêla nû ya penaberîyê ji Idlibê ber bi Tirkîyê va kir û got: Min bi kesekî re ku li idlibê xizmeta eskerî kirîye gotûbêj kir. Berî vîya her kesê ku ser navê penaber dihate Tirkîyê welatîyê sûrî bû lê, nika kesên ku ji Idlibê bo Tirkîyê tên veguhestinê ew têrorîstana ne ku gellek kes kuştin. Dema ew yek milyon kesana bêne Tirkîyê wê demê yê felaketa sereke destpê bibe. Em di sîyaseta derve da pêrgî felaketê bûne. Sîyaseta derve divê ligorî berjewendîyên welêt û netewî be. Nabe di sîyaseta derve de şer hebe. Heke hûn sîyaseta derve bikin wesîleyek jibo armancên kesekî û Wezîrê Karên Derve yê welêt ji proseyê derxin, em dê pêrgî rewşeke gellekî cida bibin.

Kiliçdaroglu herwiha got: Min çend caran ji iqtidara sîyasî re pêgirî kiribû ku bi dewleta Sûrîyê re gotûbêjê bike. Kesî guh neda gotinên me.