Çile 17, 2020 09:51 Asia/Tehran
  • Tirkîye: Civata Gazê ya Rojhilata Medîteranê civateke sexte ye

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê wek berteka himberî lidarxistina civîna Civata Gazê ya Rojhilata Deryaya Medîteranê li Qahirê got: Hewildana jibo veguhesrtina vê civatê bo sazîyeke navnetewê bêyî vexwendina Tirkîyê û Komara Tirknişîn a Bakura Qibrisê ne nîşana hevkarîyê û sextekarî ye.

Hamî Aksoy Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê herwiha got: Welatên endamê wê civatê ku li Qahirê civîyan, bidû xewna wêdadayîna Tirkîyê ji hevkêşeya ênêrjîyê li rojhilata Medîteranê ne.

Wî herwiha got: Ew civîna bi armancên sîyasî yên hin welatan û dûrî rastîyan hatîye lidarxistinê û heke armanca rastî ya wê hevkarî ba, yê Tirkîye û Komara Tirknişîn a Bakura Qibrisê jî bihatana vexwendinê.

Sêyemîn dewra civînên Civata Gazê ya Rojhilata Deryaya Medîteranê duh li Qahirê destpê bû.

Wezareta Niftê ya Misrê duh ragihand ku Fransayê bi awayekî fermî daxwaza endametîya di Civata Gazê ya Rojhilata Deryaya Medîteranê de raberî wî welatî kirîye.

Ligorî daxûyanîya Wezareta Niftê ya Misrê, Amerîkayê jî daxwaz kirîye ku weke endamê çavdêr tevlî wê civatê bibe.

Civata Gazê ya Rojhilata Deryaya Medîteranê di Çilleya sala 2019`ê de li Qahirê hat damezirandin û ji Misr, Rêjîma Sîyonîst, Qibris, Yûnan, Îtalya, Urdin û Teşkîlata Xwerêvebir a Filistînê pêk tê.