Çile 16, 2020 18:14 Asia/Tehran
  • HDP: Serdar Sulêymanî kesayetiyekî pir giring ê îranî bi awayekî hovane ji aliyê Emerîkayê va hatiye terorkirin

Hevserokê HDP bal kişand ser şehadeta serdar Sulêymanî, fermandê hêza Quds a Sipaha Pasdarên Inqilaba Islamî ji aliyê hêzêne emerîkî ve û got: Kesayetiyekî pir giring ê îranî bi awayekî hovane bi destê Emerîkayê hatiye terorkirin.

Li gorî rapora Kurd Press`ê, Sezayî Temellî, Hevserokê HDP li axiftinekê siyaseta derev ya Tirkiyê rexne kir û got: Dema behsa siyaseta derve tê kirin du mesele hene. Mesela ewilî li dijî destkewtên kurdan, siyasetek tê darêştin. Jixwe ser vê esasê hereketê dikin ku çawa dikarin siyaseteka derveyî li gor siyaseta navxweyî berçav bigrin. 

Mesela dudyan ew e ku bona berfirehkirina îdolojiya îdolojiya Ixwan ul Muslimînê, him li Sûriyê û him jî li Lîbyayê û zêde ji viya jî li Misrê siyasetên curbicur dişopînin. Hereketa Artêşa Azad a Sûriyê jî hema di çarçova vê îdolojiyê de didome. 

Wî di dewama gotinên xwe de bal kişand  ser vê yekê ku serdar Sulêymanî kesayetiyekî pir giring ê îranî bi awayekî hovane bi destê Emerîkayê hatiye terorkirin. Paşê Îranê êrişî meqerên Emerîkayê li Iraqê kir. Di germegerma  vê yekê de balefireke Okraynê sernixûn bû û 176 mirovên bêguneh hatin kuştin. Şaştiyên ku li dû hev qewimîne û em van şaştiyan baş dizanin. Li Iraq, Efxanistan, Sûriyê, Lîbyayê û hwd me eşkere ew dîtine.