Kanûn 13, 2019 15:24 Asia/Tehran
  • Li Agiriyê di navbera PKKê û leşkerên Tirkiyê de şer derket

Li parêzgeha Agiriyê yê rojhilata Tirkiyê di navbera şervanên PKKê û artêşa Tirkiyê de şer derket.

Li navçeya Tûtaxê ya ser bi parêzgeha Agiriyê ve, duh Pêncşemê hêzên Tirkiyê bi ser gundekê de girtin û di navbera wan û şervanên PKKê de şer derket.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandiye, di encama wî şerî de 4 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane û dest bi ser hejmareke çek û teqemeniyan de jî hatiye girtin.Vê wezaretxanê derbarê kuştî û birîndarên muhtemel ên artêşa Tirkiyê ti tişt negotiye.

Di derbarê wî şerî de, heya niha PKKê ti daxuyanî nedane.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê herwiha dîmenên wî şerî jî belav kirine.

Herwiha hin wêne jî belav bûne ku leşkerên Tirkiyê hejmarek gundî avêtine erdê û di demekê de ku ew welatiyên sivîl li erdê dirêj bûne, leşkeran pêyê xwe danîne ser laşê wan û bê hurmetiyê li wan dikin.