Kanûn 11, 2019 17:57 Asia/Tehran
  • Enqerê derbarê her cûre boykota dijî Tirkiyê Amerîka hişyar kir

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê ragihand ku Enqere tola her cûre boykota Amerîkayê dijî xwe ji ber kirrîna pergalên mûşekî ji Rûsiyê radike.

Li gorî rapora Reutersê, Mewlûd Çawûşoxlû Wezîrê karên derve yê Tirkiyê roja Çarşemiyê tevî amajeya bi vêya ku her cûre boykota Waşîngtonê derbeyê li pêwendiyên navbera Tirkiye û Amerîkayê dixe, piştevaniya Koşka Sipî ji Yekîneyên Parstina Gel (YPG)  jî wek "Piştgiriya aborî ji terorsmê" da zanîn.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê her wiha behsa gotûbêja bi Englîsê derbarê projeya hevpar a firokeyên şêrr ên TFXê kir û got: Enqere bernameya xwe jibo berhemanîna firokeyên şêrr bi hevkariya Londonê dilezîne û bernameyên dewsgir ên din dewsa kirrîna F35'ê heye.

Mewlûd Çawûşoxlû, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê di dewamê da derbarê girêdana baregeha hewayî ya Încirlîkê û Korecîkê li wî welatî jî hişyarî da û da zanîn ku Amerîka divê têbigihêje, zexta dijî Enqerê dê negihêje encamê.

Hişyariyên Çawûşoxlû piştî wê yekê ne ku nûnerên amerîkî biryar e îro anku Çarşemiyê pêşnumayekê ku daxwaza sepandina boykotan dijî Tirkiyê ji ber kirrîna S400'a Rûsiyê kiriye, pesend bikin.

Pêwendiyên Enqere û Waşîngtonê di mehên dawî da ji ber kirrîna S400'a Rûsiyê ji aliyê Tirkiyê va tûşî kêşeyê bûye.