Kanûn 11, 2019 15:46 Asia/Tehran
  • Stenbol bi metirsiyeke mezin re rûbirû ye

Bajarê Stenbolê ku zêdeyî 16 milyon kes lê dijîn bi kêşe û xetereke nû û mezin ve rû bi rû ye. Ji ber ku havîn û payîz bi hişkahî derbas bûn û baran nebarî ava bajêr kêm bûye. Bendavên ku ava bajêr lê kom dibe ji sedî 65 ziwa bûne û edî binê wan xuya dibe. Li gorî pisporan eger çareyeke lezgîn neyê dîtin kemtir ji 100 rojên din wê Stenbol bê av bimîne.

Ji ber hişkahiya havîn û payîzê binê bendavên Stenbolê xuya dibe êdî.  16 milyon kes li benda berf û barana zivistanê ne, lê hişkahî berdawm e. Ew jî dike ku kêşeya bêaviyê li mezintirîn bajarê Tirkiye rû bide. Li gor ÎSKÎ’yê ger wiha berdewam bike piştî 3 mehên din bajar bê av e.

Ava Stenbolê ji 7 bendavên li dorhêla bajêr tê dabînkirin. Li gorî pîvanên ku hatine kirin niha tijîbûna wan bendavan daketiye 35 ji sedî. Bi giştî 361 milyon metre çargoşe av maye di wan bendavan de. Pêdiviya bajêr rojane bi 2.9 milyon metre çargoşe avê heye. Çend projeyên din beriya salêndirêj hatibûn amadekirin da li derveyî bajêr av bête teqwiyekirin lê piştî rêveberiya bajêr guherî, ew proje jî rawestiyane. Ji ber ku ew projeyên hikumeta navedî ne. Wate, belayeke mezin li ber derê Stenbolê ye.

Derbarê mijarê de Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu dibêje: “Niha tijîbûna bendavên me pîçekî zêdetire ji sedî 36an. Çend hefte ne av kêm dibû. Pêşiya me zivistan e. Lê hêj zivistan jî nehatiye. Eger du salan li dû hev hişkahî berdewam bike tabloyeke metirsîdar li benda me ye. Ger hişkahî berdewam bike di 2021an de keşeyeke me ya wiha heye.  Divê serokomar û saziyên pêwendîdar weadên ku berê dabûn cîbicî bikin. Ew meseleyeke girîng e.”