Cotmeh 12, 2019 15:45 Asia/Tehran
  • Piştgiriya Swedê ji boykota çek û sîlehî ya YE li dijî Tirkiyê

Parlemana Swedê wek berteka li hember êrişa eskerî ya artêşa Tirkiyê ser bakurê Sûriyê, piştgirî da boykota çek û sîlehî ya YE li dijî Enqerê.

 Li gorî malpera nûçan a RT`yê, parlemana Swedê roja îniyê bi daxûyaniyekê daxwaza boykota çek û sîlehî ya Brukselê li dijî Tirkiyê kir û raghand ku dê vê mijarê li civînên YE bişopîe. 

 Biryar e dewleta Swedê li civîna roja duşemiyê ya wezîrên derve yên YE li Brukselê vê meselê bişopîne. 

 An Lînd, wezîrê karên derve yê Swedê jî roja pêncşemiyê êrişa eskerî ya Tirkiyê ser bakurê Sûriyê şermezar kir. 

Operasyona artêşa Tirkiyê li bakurê rojhilata  Sûriyê ku ji çarşemiya buhurî bi raghandina  fermî ya Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê destpê bû, rastî gelek dijberiyan li nav welatên navçê û welatên cîhanê ji wan welatên ewrûpî hatiye.