Cotmeh 12, 2019 15:35 Asia/Tehran
  •  Piştgiriya Almanyayê ji rawestandina firotina çek û sîlehan bo Tirkiyê

Alîkarê wezîrê karên derve yê Almanyayê, êrişên Tirkiyê ser bakurê Sûriyê neqanûnî da zanîn û daxwaza rawestandina firotina çek û sîlehan bo Enqerê kir.

 Li gorî rapora rojnama Hanûşêferşê Algemaynê Saytnog, Maykêl Rat, alîkarê wezîrê karên derve yê Almanyayê û berbijarê rêberiya partiya sosyal demokrat a vî welatî got: Êrişên Tirkiyê ser bakurê Sûriyê neqanûnî ne, loma firotina çek û sîlehan bo Tirkiyê divê bê rawestandin. 

 Dewletên Swed û Holandayê jî daxwaza rawestandina  firotina çek û sîlehan bo Tirkiyê kirin. 

  Pêştir jî dewleta Fenlandê li bara rawestandina firotina çek û sîlehên vî welatî ser Tirkiyê heta deneke nediyar agahî dabû. 

Êrîşa artêşa Tirkiyê li bakurê rojhilata  Sûriyê ku ji çarşemiya buhurî bi raghandina  fermî ya Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê destpê bû, rastî gelek dijberiyan li nav welatên navçê û welatên cîhanê ji wan welatên ewrûpî hatiye.