Tîrmeh 15, 2019 09:13 Asia/Tehran
  • Leyla Guvenê ji Barzanî re got: Heke hûn birakujîyê naxwazin, derîyên Herêma Kurdistanê ser Tirkîyê de venekin

Nunera Hekarîyê li Parlimana Tirkîyê ser bi Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) amajeyî opêrasyonên Artêşa Tirkîyê li bakura Iraqê kir û di peyamekê de xitabî Mesûd Barzanî got: Heke hûn birakujîyê naxwazin, derîyên Herêma Kurdistanê ser Tirkîyê de venekin.

Nunera Hekarîyê li Parlimana Tirkîyê ser bi Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) Leyla Guvenê amajeyî opêrasyonên Artêşa Tirkîyê li bakura Iraqê kir û di peyamekê de xitabî Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî got: Li Herêma Kurdistanê opêrasyoneke din a girîng destpê bûye, bi dû jinavbirina Kurdan in, nabe derîyên vî warî ser Tirkîyê da bên vekirinê.

Leyla Guvenê herwiha got: Mesûd Barzanî berî vîya ragihandibû ku ew naxwazin birakujî pêk were. Heke birakujîyê naxwaze, nabe derîyên Herêma Kurdistanê ser Tirkîyê da veke.

Leyla Guvenê ku vê dawîyê greva xwe ya birsîbûnê kuta kir û jibo vegere Parlimanê, xwe amade dike, herwiha got: Nabe axa Herêma Kurdistanê bidin ber destê Tirkîyê. Em ê himberî vê yekê bêdeng nemînin û tu wexta jî vê yekê qebûl nekin.