Adar 17, 2019 17:25 Asia/Tehran
  • Hevserokê HDP`ê: Bila Wezîrê Dadwerîyê erkên xwe cih bîne

Hevserokê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) di axavtinekê de ji Wezîrê Dadperwerîyê yê Tirkîyê re got: Ji me re çêrûngan nebêjin, erkên xwe wekî Wezîrê Dadwerîyê cih bînin.

Li gorî rapora Rojnama Duvarê, Hevserokê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) Sezayî Temellî di axavtinekê de helwestên vê dawîyê yên Serokomarê Tirkîyê û Serokê AKP`ê Receb Teyîb Erdogan ên dijî HDP`ê rexne kirin û got: Em li hemberî zêhnîyetekê ku ji 20 milyon Kurdên vî welatî re dibêje ku`` bicehnimin û ji vî welatî herin`` li vir in. Em naçin tu cihekî û di 31`ê Adarê de em ê herin dengê xwe bidin. Niha jî ji ber tirsa jidestdayîna iqtidara sîyasî êrişî HDP`ê dikin.

Hevserokê HDP`ê di dewama gotinên xwe da amajeyî vê yekê kir ku em bi tu awayî vê zêhnîyetê qebûl nakin, dîyar kir: Ev zêhnîyeta li hîç cihekî dinyayê nayê qebûlkirinê. Nijadperestî sûceke dijî mirovantîyê ye. Em vê zêhnîyetê ku mirovan berdide canê hev, şermezar dikin. Em li vî warî ketine ber gellek komkujîyan. Em dibêjin idî bes e. Em ji iqtidarên sîyasî re ku bi kuştin, nijadperestî û nefretê emrê xwe didomînin re dibêjin ku idî bes e.