Sibat 21, 2019 10:59 Asia/Tehran
  • Li bajarên kurdî yên Tirkiyê axaftina bi zimanê Kurdî her ku diçe kêmtir dibe

Li gor rapirsiyên ne fermî bikaranîna zimanê Kurdî ango zimanê dayîkê li bajarên kurdî yên Tirkiyê her diçe kêmtir dibe.

Civaknasên Kurd radigîhînin ku li bajarên kurdî yên Tirkiyê, Kurdên ku xwe wek "Kurd" didin nasandin di navbera  %95 û  %100î de ne, lê ev rêje di warê bikaranîna zimanê dayîkê, herwiha xwendin û nivisandina Zimanê Kurdî gelek kêmtir e.

Li ser metirsiya jinavçûna zimanê Kurdî sala borî li bajarê Amedê 9 partiyên siyasî gihîştîn hev û platformek bi navê Platforma Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî ava kirin, armanca sereke ya  vê platformê ew e ku Kurdî di nav Kurdan de dîsa bibe zimanê nav malê û bazarê.

Endamê Parastin û Pêşvebirina Zimanê Kurdî Ehmed Zekî Ekîncî ji Rûdawê re ragihand: “Em wek platforma Parastin û Pêşvebirina Kurdî hewl didin ku malbatan razî bikin da ku ew li dibistanên zarokên xwe daxwaza dersa bijarteya Kurdî bikin, heta ku Kurdî nebe zimanê perwerdehiyê em nikarin Kurdî li bajarên Kurdistana Tirkiyê zindî bikin.”

Pişti avabûna Komara Tirkiyê nemaze piştî sala 1925-an zextên li ser Kurdîtî û zimanê Kurdî her zêdetir bû heta salên 90 an jî qedexeyên li ser Kurdî sal bi sal zêdetir bûn, lê bi fermî 25ê meha 1 an a sala 1991an Dewleta Tirkiyê qedexeya li ser zimanê Kurdî rakir.

Piştî rakirina qedexeya li ser Kurdî li Kurdistana Tirkiyê, Kurdî axaftin zêde nebû, berevajiyê wê her kêmtir bû, her çend tekoşîna siyasetê ji aliyê rêxistin û partiyên siyasî ve her daîm hatibe kirin jî vê yekê li gor raporan Kurdî axaftinê zêde nekir.

Siyasetmedar û nivîskar Îbrahîm Guçlu ji Rûdawê re diyar kir: “Partiyên siyasî û rêxistinên wek PKKê li herêmên kurdî yên Tirkiyê li ser zimanê Kurdî bandoreke negatîv kirin, ji ber ku zimanên wan yên navxwe Tirkî bû û siyasetê bi Kurdî nedikirin, tê dîtin ku endamên wan yên keç û xortên ku ji derveyî Tirkiyêpiştî tevlî nav wan bûn ew fêrî Tirkî bûn, lê endamên wan yên Tirkîzan bi xwe fêrî diyalekta Soranî nebûn.”

Rêxistina Çand Zanist û Perwerdehiya Neteweyên Yekbûyî di sala 2008an de di raporeke de eşkere kiribû ku di cîhanê de ji 6700 zimanan 2400ê wê di bin metirsiya tunebûnê de ne.