Artêşa Tirkiyê bilindahiyên Amêdiyê li Dihokê bombebaran kirin
Sibat 20, 2019 17:28 Asia/Tehran
Balefirên cengê yên artêşa Tirkiyê çiyayên Metînn li navça Amêdiya ser bi parêzgeha Dihoka Herêma Kurdistana Iraqê bi tundî bombebaran kirin.
Li gorî rapora Kurd Press`ê, îro çarşem, balefirên cengê yên artêşa Tirkiyê bilindahiyên Metînan û her wiha navçên xelnişîn ên Sêgir, Kuhrîzî û navça Nêrwê li Amêdiyê ser bi parêzgeha Dihokê bi tundî bombebaran kirine.
Li gor vê nûçê, vê bombebaranê gelek xisarên madî li navçên xelknişîn xistiye lê hîn li bara xisarên canî tiştek nehatiye weşandin.