Sibat 19, 2019 19:06 Asia/Tehran
  • Di derbarê Hevserokê HDP`ê de lêpirsîn hat destpêkirin

Serdozgeriya Komarê ya Wanê, ji ber axaftinekê, derbarê Hevserokê Partiya Demokratîka Gelan (HDP) Sezaî Temellî de li ser du tometên cuda lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Wanê bi egera ku di axaftina xwe ya di 19`ê Kanûna 2018`an li Wanê da, tawanên “Propagandaya rêxistinê” û “Riswakirina gelê Tirk, dewleta Komara Tirkiyê û dam û dezgehên dewletê” kiriye, derbarê Sezaî Temellî de lêpirsîn da destpêkirin.

Serdozgeriya Wanê , dosyeya Temellî ji Serdozgeriya Komarê ya Enqerê re şand.

Axaftina Hevserokê HDP`ê ya ku bûye sedema lêpirsînê ev e:

“Ez bang li hemû dozgeran dikim, xwedî li hiqûq û yasayan derkevin. Wêrek bin. Nebin xizmetkarê desthilatdaran bibin xizmetkarên gel. Ji bo dadê hewleke we ya piçûk jî dikare welatê me ji vê asêbûnê rizgar bike. Di biryarên xwe de şertên dadweriya bêalî berçav bigirin. Ger hûn vê yekê pêk neyînin, ev ji bo vî welatî xerabî ye. Ez bang li hemû karmendan dikim; hûn ne neferên Qesrê û ne endamên şaxên AKP`ê ne. Hûn karmend in ku divê xizmeta gel bikin. Dê ev gel dakeve kolanan û ji partiya xwe û serokê xwe re li çepikan bide. Hûn nikarin pêşî lê bigirin. Em ê demokrasiyê bînin vî welatî. Wê gavê jî em ê hesab ji wan kesên ku bûne hevparên vê tawanê, bipirsin.”

Li aliyekî din derbarê du parlementerên niha û berê yên HDP`ê de jî lêpirsîn hat destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Wanê, derbarê Parlementera HDP`ê ya Amedê Salîha Aydenîz û Parlementerê HDP`ê yê berê Nadîr Yildirim de jî, bi egerên cida lêpirsîn da destpêkirin.