Gotinên Erdogan li bara dema derketina hêzên emerîkî ji Sûriyê
Serokkomarê Tirkiyê li bara hitmala derketina hêzên emerîkî ji Sûriyê heya du mehên tê agahî da.
Li gorî rapora roja îniyê ya IRNA`yê, Receb Teyib Erdogan piştî kutabûna çaremîn civîna sê alî ya serokkomarên Îran, Rûsiye û Tirkiyê ser mijara Sûriyê ku bajarê benderî ya Sûçiyê ya Rûsiyê hat lidarxistin û got: Renge hêzên emerîkî meha Nîsanê an Gulanê ji Sûriyê derkevin.
Serokkomarê Tirkiyê destnîşan kir hêvîdariya bi bidestxistina rêçareya siyasî bo qeyrana Sûriyê îro zêde ji her wexteke din xurttir e.
Pêştir serokkomarê Tirkiyê gotibû pêvajoya Astanê palna herî baş bo çareserkirina qeyaran Sûriyê ye.
Hesen Rûhanî, Viladîmîr Pûtîn, Receb Teyib Erdogan, serokkomarên Îran, Rûsiye û Tirkiyê li civîna yek rojî li bajarê Sûçiya Rûsiyê li bara encamên muzakirên nasiyar bi pêvajoya Astanê û destpêbûna pêvajoyên siyasî yên navxweyî, yekperçetiya erdê, hakimiyeta viyana giştî ya gelê Sûriyê û hevkariya li dewrana avedankirina vî welatî gotûbêj kirin. Li dawiya vê civînê biryar hat dayîn ku civîna sêalî ya di li bara Sûriyê li Tirkiyê were lidarxistin.
Muzakirên nasiyar bi pêvajoya Astanê ji Çilla 2017`an bi însiyatîva Komara Îslamî ya Îranê û hevkariya Rûsiyê û Tirkiyê bi ramanca damezrandina aşitiyê li Sûriyê destpê bûye ku heya niha serketinên zav hebûye.