Fermana girtina 30 kesî li Tirkîyê hat dayînê
Sibat 15, 2019 15:05 Asia/Tehran
Dozgerîya Enqerê fermana girtina 30 kesî bi tawana peywendîya digel Tevgera Gulen da.
Dozgerîya Enqereya paytexta Tirkîyê ragihand ku kesên hanê ji bo Tevgera Gulen propaganda dikirin.
Girtin û cezakirina welatîyên asayî û leşkerî bi tawana endametîya li Tevgera Gulen û desthebûna li derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an li Tirkîyê bûye babet û karekî berbelav û asayî.
Rayedarên dewleta Tirkîyê dibêjin ku heta niha nêzî 170 hezar kes bi tawana peywendîya tev Tevgera Gulen hatine girtinê û pêgirî kirine ku kesên hanê roleke rasterast û nerasterast li derbeya leşkerî ya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an li Tirkîyê hebûn.