Sibat 12, 2019 20:08 Asia/Tehran
  •  Almanyayê du navendên kurdî bi heceta ku ser bi PKKê ne girê dan

Hikûmeta Almanyayê herdu weşanxaneyên Kurdî yên Mezopotamya û Mîr Mûzîk bi hinceta ku "saziyên ser bi PKKê ve ne", girtin. Îro di saetên serê sibehê de li bajarê Neussê yê Almanyayê, polîsan bi ser avahiyên herdu saziyên Kurdî de girtine û herdu weşanxane daxistine.

Wezareta Navxwe ya Almanyayê bi daxuyaniyekê ragihand, ji ber ku ev du saziyên bi navê "Mezopotamien û MIR Multimedia " girêdayî PKKê çalakiyan dikin, hatine qedexekirin û biryara girtina wan hatiye dan.

Di daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Almanyayê de tê gotin, di pişkinînên berê de egerên bihêz hene ku ew weşanxane "tenê xizmeta PKKê" dikin.

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Di bin navê çalakiyên weşanxaneyê de hemû çalakiyên bazirganî yên di berjewendiya PKKê cih tên  û ji ber vê yekê jî derfetên xebata daîmî ji bo rêxistina terorê li Almanya û Ewropayê bihêz dibin.Herwiha bandora qedexeya ser PKK`ê bi awayekî sîstematîk lawaz dike."

Derbarê mijarê de Wezîrê Navxwe yê Almanyayê Horst Seehofer got: "PKK li Almanyayê hatiye qedexekirin lê çalakiyên xwe berdewam dike, lewra divê hedê wê rêxistinê bê dayîn daku sîstema yasayî neyê têkdan."