Sibat 12, 2019 15:43 Asia/Tehran
  • Operasiyona PKK'ê li dijî artêşa Tirkiyê li Çelê û Sîdekanê û kuştina 3 leşkeran

Hêzên PKK yên bi navê HPG û YJA Starê li Çelê û Sîdekanê li dijî artêşa Tirkiyê operasiyon li dar xistin. Di encama vê operasiyonê de 3 leşkerên Tirkiyê de hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên çervanên xwe daxuyaniyeke nivîskî da û tê de îdia kir ku 11'ê Sibatê saet 07:20'an hêzên wê li dijî artêşa Tirkiyê li Girê Lêlîkanê ya Sîdekanê di nav herêma Kurdistana Iraqê de operasiyon pêk anîn û derbên giran li artêşa Tirkiyê xistin û  3 leşker vî welatî kuştin.

HPG herwiha diyar kir ku Artêşa Tirkiyê piştî vê operasiyonê obus û hawan avêt herêmê û leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir û bombe li derdorê barand. Hat rragihandin ku bomberdûmana hanê ti ziyan negihand hêzên PKKê.

PKKê herwiha ragihand ku êvara 11'ê Sibatê, li Girê Xeregolê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê jî liv û tevgereke zêde ya helîkopteran hebû. Saet 20:50'î di dema liv û tevgera helîkopteran de hêzên PKKê li pîsteke helîkopterê û çeperên artêşa Tirkiyê yên li Girê Xeregolê xistin. Di encama derbên giran de liv û tevgera helîkopteran a li herêmê sekinî. PKK di dewmê de diyar kir ku hjmara kuştî û birîndarên Tirkiyê nehate zelalkirin û piştî operasiyona hêzên PKKê, artêşa Tirkiyê  bi çekên giran li derdorê reşandin. PKKê di dawiyê de îdia kir ku di encama vê berteka artêşa Tirkiyê ti zerarek li hêzên wê neket.