Sibat 12, 2019 12:17 Asia/Tehran
  • Dilgiraniyên Tirkiyê derheq Fikra Pêkanîna Devera Ewleh li Sûriyê

Berdevkê partiya serdest a Tirkiyê desnîşan kir ku welatê wî derheq meselên ewlehiyê û berjiwendiyên xwe yên neteweyî bi ti aliyekê re nakeve danûstandinê.

Ajansa Tesnîmê îro ragihand ku berdevkê partiya serdest a Tirkiyê (AKP) Omer Çelîk bal kişand ser hestyariyên Tirkiyê derheq meselên ewlekariyê bi taybet li bakura Sûriyê û got: Derheq fikra pêkanîna "Devera Ewleh" li Sûriyê hin gotûbêj pêk hatine û me pêşniyarên xwe raberî Waşîngtonê kirine.

Berî vê yekê jî serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan  desnîşan kiribû ku Tirkiye qet nahêle "Devera Ewleh" ku Tirkiye dixwaze ew li bakura Sûriyê pêk were, bibe bargehek ji bo cudatîxwazan.

Gotinên rayedarên tirk derheq "Devera Ewleh" di rewşekê de ne ku serokomarê Amerîkayê Donald Trump Enqere hişyar kiribû heke Tirkiye êrişî ser hevpeymanên wê yên kurd li bakura Sûriyê bike, wê Waşîngton abora Tirkiyê ji nav bibe.