Çile 14, 2019 13:58 Asia/Tehran
  • Berteka dewleta Tirkîyê li hemberî helwesta vê dawîyê ya Trump derbarê kurdên Sûrîyê da

Berdevkê Serokomartîya Tirkîyê wekî berteka li hemberî helwesta vê dawîyê ya Serokomarê Amerîkayê derbarê Kurdan da got: Yekzanîna kurdên Sûrîyê û kesên çekdar ên Kurd, şaşitîyeke mezin e.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Kurdpress`ê, Berdevkê Serokomartîya Tirkîyê Irahîm Kalin herwiha got: Enqere çevlirê ye ku Amerîka rêzê li şirîkatîya istiratêjîk a Tirkîyê bigire.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump di peyameke bi rêya tiwwterê da bal kişand ser gefxwarina dijî Enqerê ji ber ihtimala êrişa ser kurdên bakura Sûrîyê û got: Nabe Tirkîye êrişî kurdan bike. Heke bike, Waşîngton dê abora Enqerê têk bibe.

Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan vê dawîyê gotibû ku artêşa vî welatî her dem amade ye êrişî parêzgeha Idlibê li bakura rojavaya Sûrîyê bike û em temîyê didin komên çekdar ên kurd ên dijî dewleta Enqerê ku zûka ji vê navçê derkevin.