Dewama girtina eskeran li Tirkiyê bi tawana endametiya li nav koma Gulen
Çile 11, 2019 17:24 Asia/Tehran
Dozgeriya parêzgeha Edenê li başûrê Tirkiyê hikmê girtina 52 eskerên vî welatî bi tawana endametî û hevkariya li koma Gulen da.
Li gorî rapora malpera rojnama Akşamê çapa Tirkiyê,hêzên polîsêTirkiyê vê sibê operasyonek ser fermana dozgeriya Edenê bopna girtina van 52 kesan li 20 parêzgehên Tirkiyê destpê kirine.
Li gorî vê raporê, hejmarek ji van kesana hatine girtin û operasyon tim didome.
Ebdulhemîd Gol wezîrê dadweriyê yê Tirkiyê vê dawiyê raghand ku hejmaara kesên ku bi tawana hevkariya bi koma Gulen li Tirkiyê de ne an bi esehbûna mehkemekirina xwe çûne girtîgehê 31 hezar û 88 kes e.
Enqere Fethullah Gulen, sebebkarê darbeya bêencama a 15 Tîrmeha 2016` an dizane, lê Gulen bi xwe bi caran îdiaya dewleta Tirkiyê red kiriye.