Tirkiye amadekariya daxwaznameyekê jibo mehkemekirina qatilên Xaşuqçî dike
Rayedarên Tirkiyê li bara amadekirina daxwaznameyeka cezayê mehkemekirina gumanbarên kuştina Cemal Xaşuqçî, rojnamevanê rexnegirê siûdî agahî dan.
Li gorî rapora ISNA`yê, Çavkaniyek li Navenda Dozgeriya Tirkiyê roja Pêncşemiyê ragihand ku Erebistanê çi gumanbarên kuştina Cemal Xaşuqçî radestî Tirkiyê bike û çi jî neke, dê ew hemî li Stembolê bên mehmekekirin.
Vê çavkaniya Dozgeriya Tirkiyê destnîşan kir dewama mehkemekirina gumanbaran li Erebistanê di rewşeke baş de nîne ji ber ku kivş nîne ku pênc tawanbarên ku Dozgeriya Erebistanê hikmê îdama wan bi tawana kuştina Xaşuqçî daye, kî ne.
Rojnama emerîkî ya Waşengton postê jî vê dawiyê nivîsî: "Berpirsên siûdî tim lêzanînan li bara cihê hizûra Siûd El-Qehtanî, şêwirmendê îstifakirî yê dîwanê paşatiya Erebistanê û ji kesên nêzîk bi Muhemed Bin Selman, welîehdê vî welatî, raber nakin".
Dozgeriya giştî ya Erebistanê raghandiye: "El-Qehtanî rola sereke li kuştina Xaşuqçî li konsûlxaneya Erebistanê li Stembolê li 2 Cotmeha 2018`an hebûye".