Çile 10, 2019 08:51 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Tirkiyê: Îranê roleka girîng li Sûriyê heye

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê rol û cîgeha Komara Îslamî ya Îranê li Sûriyê jibo çareserkirina qeyrana Sûriyê girîng da zanîn.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Wezîrê karên derve yê Tirkiyê, Mewlûd Çawûşoxlû roja Çarşemiyê tevî raberkirina raporekê derbarê siyaseta derveyî ya Tirkiyê, got: Îranê roleka girîng li Sûriyê heye û Enqerê berdewam têkilliya xwe bi Têhranê ra heye.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê rêkara herî girîng a çareserkirina qeyrana Sûriyê, rêkara siyasî da zanîn û got: Enqere di vî warî da dixebite.

Mewlûd Çawûşoxlû her wiha derbarê qeyrana Yemenê jî got: Çareserkirina qeyrana Yemenê ji mijarên sereke yên Enqerê di sala 2019an da ye û ev qeyran ji rêya siyasî û gotûbêjan va tê çareserkirin.